Amadehiyên Wîladeta Pîroz

Platforma evîndarên pêxember, bi munasebeta fealiyetên bernamên wîladeta pîroz civînên xwe didomîne.

Platforma evîndarên pêxember, bi munasebeta fealiyetên bernamên wîladeta pîroz civînên xwe didomîne.

Îsal wê bername bi navê “Rêberê Azadî û Rizgariyê Hz Muhammed(‘e.s)” bên li dar xistin. Koordînatorê giştî yê platformê parêzer Ebdulğanî Orhan da zanîn ku, wê bername di 29ê Adarê de dest pê bikin.

Her wiha diyar kir ku, ji bo lidarxistina bernamên wîladeta pîroz, dora 200 deverê telebî platformê kirine. Ji wan tarîxa bernamên 5 bajarên mezin hatine zelalkirin. Li gor tarîxan bernama li Edenê di 31ê Adarê de, bernama li Diyarbekir di 21ê Nîsanê de, bernama li Batman û Wanê di 28ê Nîsanê de, bernama li Stenbolê jî di 5ê Gulanê de tên lidarxistin.

Koordînatorê platformê Orhan beyan kir ku, afîşên kampanyayên siyer û selewatan jî hatine tesbîtkirin, kesên bixwazin dikarin ji malpera platformê daxin.

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar