Amanca Fransa Ne Xelkê Malî Ye

Fransa tevlîheviya nav Malî, mucahîdên Îslamî û El Qaîde kir behane û hincet, û Malî îşgal kir. Di serî de Emrîka, Elmanya, Îngilîstan, Teşkîlata Dewletên Yekbûyî û welatên Ewrûpa destek dan vê îşgalê.

 Fransa tevlîheviya nav Malî, mucahîdên Îslamî û El Qaîde kir behane û hincet, û Malî îşgal kir. Di serî de Emrîka, Elmanya, Îngilîstan, Teşkîlata Dewletên Yekbûyî û welatên Ewrûpa destek dan vê îşgalê. Welatên Efrîkayê jî, bi esker û maddiyatê, piştgiriya Fransayê dikin.

Feqet tiştên diqewimin, eşkere dikin ku amanc û hedefa Fransa, ne xelasiya xelkê Malî ye, belkî mijandina dewlemendiyên mîna zêr û ûranyûma erda Malî ye, rê girtina li ber pêşveçûn û hakimyeta Îslamê ye. Li Efrîkayê avakirina zorbatî û tehekkuma rojava ye.

Çavkaniyên mehelî beyan dikin ku, li Malî eskerên ordiya welêt, heger eskerên muxalîf bigrin, wan di nava kuçan de eşkere înfaz dikin. Fransa ji bo bajaran bi dest bixe, camiya jî dide ber bombardimanan. Bi hezaran eserên destxet dide şewitandin. Ji ber êrîşan bi sed hezaran kes, malên xwe diterikînin.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin