Li Amedê li hember êrîşên Dewleta Teror Siyonîst Îsraîl 47 saziyên civaka sivîl civiyan û Îsraîl protesto kirin.
Beyanata Çapemeniyê, pey limêja înê û limêja cenazê a ğiyabî ku li ser musulmanên Filistîn û Sûrîye hat kirin destpê kir.
Metna Medyayê li ser navê 47 saziyên civaka Sivîl Hamît Yaz xwende.
Yaz di beyanata çapemeniyê de go: “ Siyonîst Îsraîl, bi qellêşî Ahmed El Cabarî şehît kir û qetlî’amên xwe didomîne. Lê belê hê jî ‘Emerîka piştgiriya Îsraîl dike. Li kû ra dinyê bibe bila bibe yê ku piştgiriya zilmê bike zalim e.”
Yaz beyanatê wisa domande: “Ğezze birîna Ummetê ye. Şehîdên Ğezzeyê jî şehîdên ummetê ne. Em wan li vê derê didin ber hemêza xwe û silav li wan dikin.”
Pey beyanata medyayî qelebalix bi tekbîran belav bûn.
Di hêla dî de serekê Cem’iyeta Mustez’efa ‘Ebdurrehman Cens jî êrîşên Îsraîl bi beyanateke çapemeniyê şermezar kir. www.bangaheq.net