Ameliyata Alpsoyê ku mehkûmê nexweş e baş derbas bû

Mehmet Emîn Alpsoyê mehkûmê nexweş ê ku ev 17 sal e ji ber nasnameya xwe ya Îslamî di girtîgehê de ye îro ji ber nexweşiya fitiqê hat ameliyatkirin, hat hînbûn rewşa Alpsoyê ku ji ameliyatê derket baş e.

Mehmet Emîn Alpsoyê mehkûmê nexweş ê ku ev 17 sal e ji ber nasnameya xwe ya Îslamî di girtîgehê de ye îro  ji ber nexweşiya fitiqê ji Girtîgeha Girtî yê Sîncanê hat rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehî ya Numune ya Enqerê. Alpsoyê ku hat rakirin nexweşxanê ji ber nexweşiya fitiqê  hat ameliyatkirin, hat hînbûn rewşa Alpsoyê ku ji ameliyatê derket baş e.

Abdurrahman Alpsoyê ku lawê Mehmet Emîn Alpsoyî ye derheqê rewşa bavê xwe de diyar kir  bavê wî ev 17 sal e ku bi şikleke neheq di girtîgehê de tê girtin  û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ji ber ku di girtîgehê de bi gelek nexweşiyan ket nikare li xwe binêre. Bi bavê min re nexweşiyên mîna hepatîta kronîk, helîna hestûyan, nexweşiya parkînsonê û gelek nexweşiyên din hene. Îro jî ji ber fitiqê ameliyat bû.”

Law Alpsoy  di dawiya axavtina xwe de diyar kir ew bes dixwazin nirxandineke bêteref bê kirin û bavê wî bê berdan.

Weke ku tê zanîn berî niha malbata Mehmet Emîn Alpsoyê ku ji ber nasnameya xwe ya Îslamî ev 17 sal e di girtîgehê de tê girtin bang li Serokkomar Erdogan kiribû da ku rayeya xwe ya efûkirinê bi kar bîne. Her wiha weke dê bê bîran Şeyhmus Alpsoyê ku lawê Mehmet Emîn Alpsoyî ye  ji ber êşa qanserê destên wî kelepçekirî hatibû birin nexweşxanê ku ev yek jî di raya giştî de bûbû sedema bertekên tund.

ÎLKHA







İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe