Li gor îddîayên ku di malpera Kovara Foreîgn Polîcyê hatine parvekirin Nîkkî Haleya Temsîlkarê NYyê ya Amerîka berîya dengdayîna sibe ya Qudsê ji welatên ku endamên Neteweyên Yekbûyî re e posta şand û bi gotina “ Dema ku we fikirî dengê xwe bidin em dixwazin ku hûn bizanibin ew ê Serok û Amerîka vê yekê wek meseleya şexsî fêm bike” û welatên ku dê deng bidin tehdîd kir.
Haley diuar kir ew ê wan dengên ku derbarê Qudsê de bên dayîn bên qeydkirin û dê ji Trump re bên raporkirin û dû re wiha got: “ Ew ê serok dengdayînê ji nêz ve taqîb bike û ji min rapora wan welatên ku dê li dijî deng bidin xwast. DI vî warî de em ê temamê dengan qeyd bikin.”
Heftîya borî di Konseya Ewlehîya Milletan de pêşnûmaya Qudsê ya ku ji teref Misrê ve hatibû dayîn bes ji teref Amerîka ve hatibû qebûlkirin û 14 welatên din ên ku endam in ve hatibû redkirin.
ÎLKHA