Herkesîn ku eweliyata herba iraqê tê bîra wî, wê hîkaya van “sîlahên kimyasal” ên meşhûr jî were bîra wî. wan sîlehên ku komandoyê emerîka gotibûn “em lê geriyan lê me nedît.” Ha ew sîleh.
Îja anha abd, haziriya xwe dike ji bo ku rojhilata navîn di behra xwînê de bixeniqîne û li behanenî nû diğere. Bi mehaye munasebetên ku dewam dikin, tetbîqatên ku tên çê dikin tev ji bona emelên abd xizmet dikin. Hedefa wanî nû îran e. Çêkirina nukleera ku li herderê dinyayê tê dîtin, jibo îranê qebahet tê dîtin. Çimkî îran yek ji wan dewletên ku abd wan terorîst îlan kiriye.
Serokê abd barak obama, di hefta pêşiya me de beriya ku îsraîl ziyaret bike xwest ku çavê îranê bitirsîne. Röportaja ku da tv yek îsraîl de wiha weber da: “di mesela programa nükleere îranê de hê jî jidêvla ku em dest bavên sîleh, em dîplomasiyê tercih dikin. Bele îraneke bi nükleer em xetta sor dibinin û jibona ku em viya bidin sekinandin temamê alternatîfa li ser masa mene.”
Obama bi terorîst netenyahû şêwirî û wiha got: “îran hqîqeten ji bo ku sîleheke nükleer çêke heta salekê ancax kare biqedêne.”