Amerîka ji Barzanî paşvexistina referandûmê teleb kir, lê Barzanî qebûl nekir

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Rex Tîllerson ji Serokê Kurdistanê Iraqê Mesûd Barzanî xwest ku referandûma serxwebûnê vê paşvexistin, lê Barzanî ji vê yekê re razî nebû.

Li gor daxuyaniya ku ji teref Serokatiya Kurdistana Iraqê hatiye kirin Serokê Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî bi Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Rex Tîllerson re hevdîtin kir.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin Karên Derve yê Amerîkayê Rex Tîllerson ji Barzanî teleb kiriye da ku referandûma serxwebûnê bê paşxistin û bi Baxdayê re gotûbêjê bidomînin.

Hat ragihandin Barzanî li hember vê daxwaza Amerîkayê diyar kiriye “Xelkê Kurdistanê hewileke mezin daye da ku bi xelkê Iraqê re bijî, encax çênebû, ji ber vê yekê ew ê xelkê Kurdistanê çarenûsa xwe dê tayîn bike.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin