Amîralên teqawîdbûyî yên ku îmze avêtibûn danezanê hatin binçavkirin

Di bergeha lêpirsîna hat destpêkirin de derheqê amîralên ku îmze avêtibûn danezanê de qerara binçavîyê hat dayîn.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di bergeha lêpirsîna ku ji teref Serdozgerîya Komarê ya Enqerê ve hat destpêkirin de 10 amîral hatin binçavkirin.

104 amîralên ku berî niha teqawîd bûbûn derbarê rojeva Peymana Tengavan a Montroyê de daxuyanîyek belav kirin.

Amîralên ku danezan belav kirin de destnîşan kirin: “Komareya Tirkîyê dibe ku bi tehdîd û rîskên ku dê ji bo hebûna Tirkîyê bibin xetereyên herî bi xetere re rû bi rû bimîne ku nimûneyên vê yekê di dîrokê de hene.”

Piştî vê daxuyanîyê ji teref Serdozgerîya Komarê ya Enqerê ve derheqê 104 amîralan de lêpirsîn dabû destpêkirin.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Riha de qezaya trafikî ya zincîre de 3 kesî birîndar bîyî
Şertên Desmêjê li gorî Mezhebê Şafiî
Di qrîza dil de deqîqeyên pêşî jiyanê difilitînin!
Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e