“An ew ê tu sayacê derxîne derve an jî em xwendina xelet sererast nakin”

MÊRDÎN - Dikandarê Qoserî ji ber ku sayaca wî xelet hatibû xwendin muracatî midûrê DEDAŞê kir, li gor îddîaya dikandarî midûrê DEDAŞê jê re gotiye an ew ê tu sayacê derxîne derve an jî ew xwendina xelet sererast nakin.

Dikandar Qoserî Abdullah Bozkan ji ber kiryarên ku hatine kirin bang li kesên rayederan kir û ji wan xwest ku ev xeletî demildest bê sererastkirin.Bozkan dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Berî vê heftiyekê yekîneyeke DEDAŞê ya xwendina sayacê hatin dikana min û sayaca min a ceyranê çewt xwendin.Min ji wan re got xeletiyê sererast bikin.Wan jî ji min re gotin ku divê tu xwesteknameyekê bidî DEDAŞê.Ez jî çûm cem midûrê DEDAŞê.Min meselê jê re got.Lê belê midûr ji min re got ‘Heta ku tu sayacê dernexî derve em ê xeletiyê sererast nekin.’Divê ew xeletî bê sererastkirin.Ma qeçaxa min heye? Bila werin kontrol bikin.Çima ez ê bedela xeletiya ku DEDAŞê kiriye bidim?”(ÎLKHA)


 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye