Antrenorê Îranî yê ku tîma futsalê ya neteweyî ya Myanmarê dixebitand îstîfa kir

Antrenorê Îranî yê ku tîma futsalê ya neteweyî ya Myanmarê dixebitand bo wê jenosîd û qetlîamên ku li Arakaniyan tên kirin şermezar bikeîstîfa kir.

Riza el-Kurdiyê ku ev bû 5 meh tîma futsalê ya neteweyî ya Myanmarê dixebitîne derheqê mijarê de diyar kir ji bo ew nerazîbûna ku ya li dijî jenosîda ku li Mislimanan tê kirin nîşan bide îstîfa kiriye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Wek Mislimanekî mirov nikare li dijî wan  qetlîamên ku tên kirin bê deng bimîne. Ez bo tatîlê hatibûn welatê xwe. Min ji ser e-maîlê îstîfa xwe da.”

 “Gelek rayedar min tebrîk kirin”

Riza el-Kurdî di berdewama axavtina xwe de diyar kir di serî de Serok Komiteya Olîmpiyatên Neteweyî yê Îranê û bi giştî gelek rayedarên din lê geriyane û ew ji ber helwesta wî pîroz kirine.

“Divê hesasiyeta me ya însanî nemire”

Ji el-Kurdî gelo ew ji ber ku wê îstîfa kiriye dê mişkîleyên hiqûqî derkevin holê an na hat pirsîn ku el-Kurdî pirsê wisa bersivand: “Hemû tişt ne pere ye. Her tişt pereyan nayên standin.Di holê de drameke însanetiyê heye û li ber çavên însanan ev dram diqewime. Divê ji van tiştan re bertek bê nîşandan. Min li ser navê xwe vê helwestê nîşan da. Niha jî ez serê xwe bi wan meseleyên din naşînim. Divê hesasiyeta me ya însanî nemire.”

ÎLKHA



İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin