Arakaniyên di kampên li Bangledeşê de ne hatin muayenekirin

Weqfa Yetîman li kampên Bangledeşê ji bo Mislimanên Arakanî xebatên alîkariyê didomîne.

Mexdûriyet û trajediya Mislimanên Arakanî yên ku ji  ber zilm û hovîtiya artêşa Myanmarê û çeteyên Bûdîst ji war û welatên xwe koç dikin û berê xwe didin kampên li Bangledeşê berdewam dikin. Mislimanên Arakanî yên ku bi sed zehmetiyê xwe gihandine kampan di nav şert û mercên giran de hewil didin jiyana xwe biborînin. Weqfa Yetîman a ku berî niha bo Mislimanên Arakanî kampanyaya alîkariyê dabû destpêkirin û di vî warî de xebatên alîkariyê ji bo Mislimanên Arakanî dikir xebatên xwe yên alîkariyê didomîne.

Weqfa Yetîman vêcar jî di bergeha xebatên alîkariyê de xizmeta tenduristiyê da Mislimanên Arakanî û wan da muayenekirin.

 “Divê her kes drama însanetiyê ya li vê derê bibîne”

Arîkarê Serokê Weqfa Yetîman  Sertaç Tekdal derbarê xebatên alîkariyê de nirxaninan kir û wiha axivî: “  Me îro li kampa Kutupalongê Mislimanên Arakanî da muayenekirin. Bi rastî jî însan li vê derê di nan şert û mercên giran û nexweş de dijîn. Me xebatek da destpêkirin da ku mişkîleyên tenduristiyê yên birayên me Misliman bên çareserkirin. Dû re em hatin Kampa Balukhalî ya bi nimreya 2yan û me li wê derê bîra avê ya ku ji teref weqfa me ve tê çêkirin kontrol kir. Xweda ji wan kesên ku keda wan di çêkirina vê bîrê de heye razî be. Her wisa me ji zarokan re pêlîstok belav kir. Em ê li vê derê bin û dê xebatên xwe yên alîkariyê bidomînin.”

Tekdal di berdewama axavtina xwe de diyar kir pêdiviya Mislimanên Arakanî gelek zêde ji konan re heye û dû re wiha got: “Pêdiviya Mislimanên Arakanî gelek zêde ji konan re heye. Me li vê derê qurbanên ku hatibûn bexşandin ser jê kir. Piştî ku ev goşt hatin çêkirin re dê li van medreseyên li vê derê bên belavkirin.”(ÎLKHA)

 










































































































 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Lazim e ku mifredatekî li gorî nirx û hêjayên me bê amadekirin
Ji Serokê Giştîyê HUDA PARê Yapicioglu peyama 1ê Gûlanê
Ji teref HAMASê ji bo şehîdê Qudsê “Hasan Saklanan” daxuyanî hat belavkirin
Ambûlans û wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Pîrejina ku dûçarî êrîşa kûçikan ma bû jiyana xwe ji dest da