Arîkarê Serokwezîr Bozdag derheqê “Myanmarê” de daxuyanî da

Arîkarê Serokwezîr Bekîr Bozdagê derheqê “Myanmarê” de daxuyanî da destnîşan kir ew qetlîama ku li Myanmarê li dijî Mislimanan tê kirin jenosîdê tê bîran.

Bekîr Bozdagê ku Arîkarê Serokwezîr e ji ser hisaba xwe fermî ya twîtterê  derheqê wehşeta Budîstan a li Myanmarê de daxuyanî da.

Bozdag di daxuyaniya ku belav kir de destnîşan kir di bûyerên ku di 25ê Tebaxê destpêkirin de gelek kes jiyana xwe ji dest dane  û birîndar bûne û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “

 “NY Û LGNY, divê wan kesên ku vê qetlîamê dikin bidin sekinandin”

Em wê qetlîama li Myanmarê ya ku jenosîd û qirkirinê tê bîran şermezar dikin. Em ji ber wan şiddet, mirin û birîndarbûnan xemgîn, mehzûn û bi fikarin. Me çendîn caran got ku ew ê ew mişkîleyên li Rakhaynê bi bûyerên tundiyê neyên çareserkirin. Divê Neteweyên Yekbûyî, Lijneya Giştyî yê Neteweyên Yekbûyî û civaka navneteweyî  li dijî vê qetlîama ku jenosîd û qirkirnê tînê bîran bêdeng nemînin  û vê qetlîamê demildest bidin sekinadin.”(ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mêrdîn de Karwanê Hêvî ra deyrê keyan rê desteka qirtasiye
Îsot û balîcanên ji bo zuhakirinê li ser dezgehan cihê xwe girtin
Li Sêrtê pirsgirêkên bajêr guhdarî kir
Li Pira Mala Badê qeza: 7 birîndar
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê 3 roj in protestoya qutbûna ceryanê tê lidarxistin