Arîkarê Serokwezîr Veysî Kaynak diyar kir di 16ê Nîsanê de bi dengdayîna ku ji bo ‘Pergala Serokkomariyê’ bê kirin dê bendên wesayetê bên şikandin û ji vê pê jî tu kes heta ku ji millet rayeyê nestîne dê nikaribe li ser navê xelkê karekî bike.
Kaynak di berdewama axavtina xwe ya ku li Salona Konferansê ya Şaredariya Şahînbeyê kir de destnîşan kir guherîna makeqanûnê dê heta qiyametê dawî li bend û wesayetê bine. Kaynak dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Înşaallah ew wesayet û bend dê di 16ê Nîsanê de bên şikandin. Ji vê pê jî tu kes heta ku ji millet rayeyê nestîne dê nikaribe li ser navê xelkê karekî bike.”(ÎLKHA)