Arinç: Li kolanan mirovkujên serê mirovan diperçiqênin hene

Alîkarê Serokwezîr Bûlent Arînç li Êlihê bi nûnerên komeleyên civakî û girgirêkên bajêr re hatin ba hev. Arinç navê Yasîn Boru û hevalên wî bi ziman nekir, lê bal kişand ser kujeran û got; Li kolanan mirovkujên ku serê mirovan diperçiqênin û heta bo 'eciq

Alîkarê Serokwezîr Arinç ku ji bona hin zîyaret û têkilîyan hatibû Êlihê, bi nûnerên komeleyên civakî, girgirêk û aliman re yên li bajêr fealiyetan dikin, bi bernama civînek bixwarin hatin cem hev. Nav neda lê bal kişand ser erişên PKKê ên 6-8ê Cotmehê ku aligirên PKK bi hovane Yasîn Boru û hevalên wî qetilkuribû, got li kolanan mirovkujên ku serê mirovan diperçiqênin û heta bo 'eciqandinê bi wesayîta ser mirovan de derbas dibin hene.

Arinç, di axaftina xwe de nav neda lê di êrişên 6-8ê cotmehê de ji teref alîgirên PKKê ve Yasîn Boru û hevalên wî en bi hovane hatibûn kuştin qest kir. Arînç got; Li pêşber povajoya çareserîyê ewqas asteng hene ku xwe aligir didin nîşandan belê dema pişta xwe didin planên proweqasyonê dikin, mirovan dikujin û bi darên destê xwe serê mirovan diperçiqênin heta bo 'eciqandinê bi seyaran ser mirovan de derbas dibin hene. Her kes her tiştî dizane.

Arinç anî ziman ku hemî partî meşrûne û li hebûna ti partîyan îtirazî nîne û got; Lê ew kesên ku rêya derew, bêbextî, şer û tundî ji xwe re neqandine bona wan hîdayetê ji Xwedê hêvî dikin. Em aştî û aramîyê dixwazin, helalî û himbêz kirinê dixwazin. Em dixwazin hêstirên çava ziwa bibin û êdî hatina cenazeyan rawestin. Bona vê yekê me serê xwe ê xiste belayê lê belê me bedena xwe gişt bona pêvajoya çareserîyê bend kiriye. (İLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar