Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan li navçeya Alîagaya Îzmîrê di bernameya vekirina Termînala LNGyê ya Yuzerê (FSRU) de axivî. Serokkomar Erdogan ragihand ku armanca êrîşan ew e ku îklîma îstîqrar û ewlehiyê xera bikin.
Serokkomar Erdogan wiha bal kişand ser mijarê: “Heke hûn bala xwe bidin serê armanca van êrîşên ku div an demên dawî de tên lidarxistin ew e ku vê îklîma îstîqrar û ewlehiyê xera bikin. Em tu wêxtê nebûna pêlîstoka van kesên ku hewl didin enerjî û bala Tirkiyê ji pêşveçûn, pererazanê dûr dikin û bi rojevekî bêsûd dibin sedema diltirsî û nediyarbûnê.” (ÎLKHA)