HUDA PAR di daxuyaniyê de bal kişand ser operasyona Misûlê û diyar kir ku armanca hêzên Xerbî ne ew e ku Misûlê ji DAÎŞê xelas bikin. Armanca eslî ew e ku ji şerê navxweyî re rê vekin û Iraqê bikin wekê Sûrî.
Daxuyanî bi ayeta Sûreya Radê ya; “Civakek heta rewşa xwe bixwe neguherîne Xweda wê civakê naguherîne.” dest pê kir û di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku hêzên emperyalîst li ser axên Îslamê plan saz dikin. Her wiha di daxuyaniyê de bal hat kişandin divê ku misliman pirsgirêkên din av xwe de hewaleyê emperyalîstan nekin.”
Di daxuyaniyê de wiha hat diyarkirin: “Pirgirêka Misûlê û operasyona wê ji teref hêzên emperyalîst ve bi Peymana Sykes-Pîcotê sinûrên wan hatine diyarkirin. Ev yek jî di encama dewletên neteweyî yên ku di bingeha wan di çarçova irq û mezhebe de bi têkiliya Xerbê hatiye sazkirin û siyaseta zulmê hatiye meşandin e.” û dûvre hat destnîşankirin ku ev qerneke bi Peymana Sykes-Pîcotê erdnîgara Îslamê rehîn hatiye girtin.
Di daxuyaniyê de hat velavkirin divê ku destûr neyê dayîn da ku erdnîgara Îslamê rehîn were girtin. Dûvre daxuyanî wiha hat domandin: “Divê were dîtin ku modela irq û mezhebê dijraberê nirxên Îslam û medeniyeta ku temînata jiyandina hemî nasnameyan a bi hev re ye.”
“Pêwîst e ku jiyaneke bi zîlet qedera Mislimanan nebe”
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku îro roj pirsgirêka herî mezin a di nabeyna Mislimanan de ew e ku Misliman pirsgirêkên xwe di nabeyna xwe de çareser nakin. Dûvre daxuyanî wiha het domandin: “Wekê mijara Sûrî çawa ku îşqalkirina erdnîgara Mislimanan a ku ji teref emperyalîzman ve pêk tê musîbeteke mezin e îtiraznekirina ji vê yekê re û qebûlkirina vî yekê jî musîbeteke ji vî mezintir e. Mislimanan ji ber ku pirsgirêkên xwe hewalê emperyalîzmê kirine pirskirêkên ku ji xwe hebûn mezintir bûye. Diyar e ku hêzên kûreyî di nabeyna xwe de li ser erdên Îslamê hesaban çêdikin, midaxîlê pirsgirêkên wan dibin û nirx û hesasiyetên gelê siwîl qet nahesibînin. Her wiha bi tecrûbê sabit e ku ew ji kavilkirin û xerabkirina bajarên me yên ku ji navendên me re mazûvantî kirine xwe nadin paş. Gelê ku şerê Misûlê naxwaze wekê mînakên din bi qetlîameke re rû bi rû maye. Dema ku rewş wiha ye hêzên mehelî pirsgirêkên xwe din av xwe de çareser nakin û di şûna rêyên axavtin, mizakere û aşitiyaneyê de rê ji şerê navxweyî re vedikin. Ev yek jî bê besîretî ye. Pêwîst e ku Misliman nebin lîstoka emperyalîzman û jiyaneke bi zîlet qedera Mislimanan nebe.”
“Armanca emperyalîzmê ew e ku piştî DAÎŞê ew herêmê di bergeha ajandayên xwe de saz bikin”
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku armanca hêzên Xerbî ne ew e ku Misûlê ji DAÎŞê xelas bikin: “Armanca hêzên Xerbî ne ew e ku Misûlê ji DAÎŞê xelas bikin. Armanca eslî ew e ku ji şerê navxweyî re rê vekin û Iraqê bikin wekê Sûrî û piştî DAÎŞê ew herêmê di bergeha ajandayên xwe de saz bikin. Di derbarê gelo dê kê beşdarê operasyona Misûlê bibe û ji bo piştî DAÎŞê dê Misûl çawa bibe de mutabaqatekê çênebûye. Ev yek jî bi şiklekî eşkere armanca wan dide nîşandan. Dema ku rewş wiha ye heke di bergeha bingeha irq û mezhebî hereket werekirin dê ev yek jî wateya şirîkê cinayetan in derxîne holê. Çareserî yek e; divê ku alema Îslamê pirsgirêkên xwe din av xwe de çareser bike medeniyeta ku nirxên me di nav xwe de dihewîne û di nav vî yekê de jî ji xwe edalet heye were tetbîqkirin.” (ÎLKHA)