“Tu kes di îmtîhana siyerê de winda nake”
Unsal di berdewama axavtina xwe de di bîran xist ku ew ê îsal 6emîn carî ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve îmtîhana sîyerê ya bi temaya ‘Wî Bixwîne, Li Gor Wî Bijî’ bê tertîpkirin û hêj serîlêdan berdewam dikin. Unsal dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Sala borî di encama îmtîhanê de 4 kes xelata umrê û 244 kes jî xelatên cûrbecûr qezenc kir. Di vê îmtîhana ku ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve tê tertîpkirin de tu kes winda nake. Me îsal bi slogana ‘Wî Bixwîne, Li Gor Wî Bijî’ pêşbirka xwendin û jiyanadina heyata pêxemberê me da destpêkirin. Xwedê nesîb bike em ê birayên xwe yên ku umrê qezenc kirine di heyama tatîlê ya di pêşiya me de bibin umrê. Di vî warî de muameleyên fermî hatin destpêkirin.”
Unsal di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir sala borî li Diyarbekirê 12 hezar kes muracatî îmtîhanê kir û dû re wiha pê de çû: “ Heta niha 30 hezar kes serî li vê îmtîhana îsal lê dane. Hedefa me ew e ku îsal li Diyarbekirê ji 40 hezarî zêdetir kes muracatî vê îmtîhanê bikin. Li navendê û li navçeyên wê xebatên me yên haziriyê berdewam dikin. Me bi wesîleya vê îmtîhanê seferberî da destpêkirin da ku heyata pêxemberê me bê xwendin û bê jiyandin. Em hêvî dikin xelkê me yê ku evîndarê pêxember e alîkarîyê xwe teqsîr neke.” (ÎLKHA)