Asayîşa PYD ser baregehên ENKSê de girt!

Di serdegirtinê de berpirsên herdu baregehan hatin girtin.

Asayişa Bajarokê Til Temirê girte ser baregehên ENKSê û Partiya Yekîtî li Kurd li Sûriyê. Di serdegirtinê de berpirsên herdu baregehan hatin girtin.
 

Nûnerê Partiya Yekîtî Kurd li Sûriyê li Herêma Kurdistanê Newaf Reşîd ji Rûdawê re got, Asayişa PYDê li bajarokê Til Temir bi 6 otomobêlên tijî  çek baregeha wan dorpêç kir û hemû hevalên wan derxistin û gotin ji wan re kirin paşê. Dûvre Berpirsê Rêxistina Yekîtî li Til Temir Behcet Şêxo ku ew bi xwe endamê komîteya navendî ye girtin û ew birin cihekî nediyar.


Reşîd got: “Heman hêza PYDê girte ser baregeha şaxê Encûmena Niştimanî Kurdî ENKSê li Til Temirê û berpirsê ENKSê yê Til Temirê girtin.”


Navbûrî diyar kir ku hinek alî dibêjin sedema van girtinan, lidarxistina  xwepêşandana duhî ENKSê ji bo piştgiriya Kobaniyê li Til Temirê bê ruxseta PYDê kirî ye. Lewma asayişê girte ser herdu baregehan.

Newaf Reşîd got sedema rastî ji kiryariyên Asayişa PYDê ew e ku ew naxwazin yekîtî û yekrêziya kurdan di vê rewşa dijwar de çêbibe.

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar