Asayişa PYDê xwepêşandaneke ciwanan li Efrînê qedexe kir

Asayişa PYDê xwepêşandaneke ciwanan li Efrînê qedexe kir

Şeva borî Asayişa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) xwepêşandaneke ciwanên kurd li bajarê Efrînê li Rojavayê Kurdistanê qedexe kirin.

 

Li gorî zanyariyên nûçegihanê Rûdawê, 5 hevrêzên ciwanan, di nav de Hevrêza Azadî, Hevrêza xwendekarên Kurd û Hevrêza Ciwanên kurd amadekariya xwepêşandanekê kiribûn ku biryar bû şeva borî li bajarê Efrînê bihata lidarxistin.

 

Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê da zanîn serpereştyarên xwepêşandanê ragihandibûn ku armanca xwepêşandan ew bû ku dorpêça ku grûpên radîkal li ser Efrînê û herwha siyasetên PYDê û dezhegên bi ser ve li Efrînê şermezar bikin.

 

Ji destpêka kanûna sala borî de, çekdarên Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) herêmên Efrîn û Kobanî yên Rojavayê Kurdistanê dorpêç dikin. DAÎŞ ku girêdayî rêxistina Qaîde ye, di daxuyaniyekê de gotibû ku “ji ber PYDê alîkariya rejîma Sûriyê dike, lewra ewê Efrîn û Kobanî dorpêç bike”.

 

Çalakvanên Kurd li Efrînê diyar kirin ku piştî belavkirina xwepêşandanê, Asayişa PYDê avête ser çendîn malan û hejmarek çalakvan binçav kirin.

 

Ji destpêka şoreşa Sûriyê de, xwepêşandan û grevên çalakvan û hêzên siyasî li Efrînê rastî êrîşên hêzên ser bi PYDê tên û ew qet rê nadin ku çalakiyên aştiyane li vê Herêmê bêne lidarxistin.

Rudaw

 

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar