Aşîtî û Demokrasî Li Emrîkayê jî Nemaye

Lı emrîkayê rageşî dıdome. zencîyeke dın bı derba polîs hat kuştın. teşkîlata effûyê jı bo çavderîyê heyetek şand emrîkayê. polîsa emrîkayê rojnamegerê aayê bı kuştınê tehdît kır.

Emrîka xwe wek hawarîyê aşîtî û demokrasiyê nîşan dide, bixwaze ku derê îşgal bike bi ser navê aşîtî û demokrasiyê operasyon û îşgalê rast dike. Gava li hinek dewletên ku guhnadinê wek Îran yan jî yên latîn Amerîkayê li dijî hikûmetê protestoke biçûk jî biqewime, Emrîka derhal behsa heqên însanan û demokrasiyê dike. Lê ji Îsraîla melûn û Siûdîya xaîn û Sîsîyê bêumîd re behsa heqên însanan û demokrasiyê nake.

Li Emrîkayê îxlalkirin û binpêkirina heqên însanan û cûdaxwaztî û irqçîtî, bi kuştina ciwanekî zencî careke din eşkere bû. Di protestokirina kuştina ciwanê zencî yê 18 salî de, heta niha du kesên din jî ji aliyê derbên polîsa Emrîkayê ve hatine kuştin û li Fergusonê rageşî dewam dike.

Rojnamegerê Ajansa Anadolûyê Bîlgîn Şaşmaz jî, li Fergusonê hedîse dişopand û dîmen dikişand. Ji lew ji aliyê polîsên Emrîkayê ve bi kuştinê hat tehdîtkirin. Hat îfadekirin ku ewilî Şaşmaz li erdê dirêjkirine, pêl pişta wî kirine, destê wî kelepçe kirine û bi qasî 5 saetan binçav kirine. Makîneya wî şikandine, objektîfa wî ji çenteyê wî ketiye. Piştî 5 saetan serbest hatiye berdan.

Li aliyê din cara ewil e ku Teşkîlata Effûyê ya Navneteweyî ji bo lêkolîna hedîseyan û çavdêriyê heyetek şand Emrîkayê. Heyet ji 13 kesan pêk tê. Teşkîlatê gazî Emrîkayê kir ku bila polîs dev ji şîddetê berdin.

Çınarın Sesi

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar