Atîlla Hakanê ku li Amerîka dihat darizandin ji 5 sûcan berpirsyar hat dîtin

Alîkarê Midûrê Giştî yê Berê yê Halk Bankê Mehmet Atîlla Hakanê ku li New Yorkê girtiye û dihat darizandin ji teref jurî ve ji 5 sûcan bersûc hat qebûlkirin.

Derbarê doza Alîkarê Midûrê Giştî yê Berê yê Halk Bankê Mehmet Atîlla Hakanê ku li New Yorkê girtî dihat darizandin de jurîyê biryara xwe da.

Doza ku ji teref Mehkema Devera Başûr ya Federal a New Yorkê dihat dîtin de heyeta jurî ya ku 12 endamê wê heye derbarê doza Alîkarê Midûrê Giştî yê Berê yê Halk Bankê Mehmet Atîlla Hakan de ya ku bi îdîaya, “Îhlalkirina mueyîdeya Amerîka ya li ser Îranê”, “Tevlîbûna sûcên xapandina Amerîka”, “Beşdarbûna xapandina banqeyên Amerîka”, û bi “Qanûnîkirina pereyê qirêj tê tawanbarkirin” de sûcdar hat qebûlkirin.    

Li hêla din heyeta jurî Atîlla Hakan bi “Qanûnîkirina pereyê qirêj” sûcdar qebûl kirin.

Piştî biryara jurî cizayê Atîlla wê ji teref Hakim Rîchard Berman bê eşkerekirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Nisêbînê şerê bi çek: 2 birîndar
6 bajaran de verveleka vevri: 89 rayi qapan biy
Di Remezanê de tercîha bi hişmendî û sifreya hevseng şertek e
Karwanê Hêvîyê li Edeneyê tira alîkariyê şand Rojava
127 kesên dihatin lêgerîn hatin girtin