Avahiyên Goran û YNKê hatin şewitandin

Li Zaxoya Kurdistana Iraqê avahiyên Goran û YNKê hatin şewitandin.

Hat ragihandin li Zaxoya Kurdistana Iraqê avahiyên Hareketa Goranê û Yekîtiya Nîştîmanên Kurdistanê hat şewitandin.

 Berpirsê Zaxoyê Amir Dehlekî derbarê mijarê de ji televîzyona Yekîtiya Nîştîmanên Kurdistanê re axivî û diyar kir pêşî li ber avahiyê xwepêşan hatiye li darxistin û dû re êrîş hatiye kirin.

Dehlekî her weha diyar kir  avahiya partiyê û radyoya di nav avahiya partiyê de hatiye şewitandin û di bûyerê de tiştek bi tu kesî nehatiye.

Di daxuyaniya ku ji teref Goranê ve  ji ser hisabe fermî ya twîtterê hatiye dayîn de hat destnîşankirin avahiya wan a li Zaxoyê hatiye şewitandin.(ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin