Avahiyên ku di êrîşa bombeyî de zirar dîtibûn tên xerakirin

Avahiyên ku di êrîşa bombeyî ya ku ji teref PKKê ve li Diyarbekirê hatibû kirin de zirar dîtibûn tên xerakirin.

Di 4ê Mijdarê de ji teref PKKê ve li Baglara Diyarbekirê bi wesayîta bombebarkirî êrîş hatibû lidarxistin, di êrîşa ku hatibû lidarxistin de 11 kes jiyana xwe ji dest dabûn û 378 kes jî birîndar bûbûn.Her wiha di êrîşa ku hatibû kirin de gelek kargeh û mal zirar dîtibûn ku ji van avahiyên ku zirar dîtibûn 2 avahî tên xerakirin. Hat ragihandin ew ê ji xwediyê van daireyên ku tên xerakirin re heqên wan  bê dayîn.

Xebatên xerakirinê yên avahîyên li Kooperatîfa Kayanet Yapiyê ji teref wesayîtên Şaredariya Mezin a Diyarbekirê ve tên kirin.

Di derbarê xerakirina avahiyan de Nasir Yilginê ku xwediyê dairê ye di derbarê mijarê de destnîşan kir  di êrîşê de çavên xanima wî kor bûne û wiha li axavtina xwe zêde kir: “A niha mala me tê xerakirin, em li derve ne.Jixe tu tiştê me yê sexlem nema.Hêvîyeke min tenê heye, ew jî baş bûna zarok û xanima min ên ku li nexweşxanê tên tedawîkirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye