Avahiyên ku ji bo mexdûrên Sûrê dihatin çêkirin li ber xelasbûnê ne

31 blok avahiyên ku ji bo mexdûrên şer û pevçûnên Sûrê dihatin çêkirin li ber xelasbûnê ne.

Hat ragihandin 31 blok avahiyên ku ji teref TOKIyê ve ji bo kesên ku ji ber şer û pevçûnên li Sûrê mexdûr bûbûn dihatin çêkirin li ber xelasbûnê ne û ew ê avahî di meha îlonê de bên teslîmkirin.

Piştî şer û pevçûnên ku li heremê rû dan gelek nîştecih tesîreke neyînî dîtin û mexdûr bûn. Ji ber vê mexdûrbûnê  di koordîneya Wezareta Bajarvanî û Hawîrdorê  de ji teref TOKIyê ve 31 blok avahî hatin çêkirin. Hat ragihandin ev avahiyên ku li ber xelasbûnê ne ew ê di meha îlonê de ji kesên mexdûr re bên teslîmkirin.(ÎLKHA)


















 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin