Avahiyên ku li wargeha bi navê “Kırklar Dağı” hatine çêkirin dê neyên xerakirin

Hat ragihandin avahiyên ku li Sûra Diyarbekirê li wargeha bi navê “Kırklar Dağı” hatine çêkirin û berî niha bûbûn sedema bertekan neyên xerakirin.

Avahiyên ku hatine çêkirin di nav sînorên Bexçeyên Hewsela Sûrê ya ku berî niha ji UNESCOyê ve hatibû xistin nava “Mîrasên Dinyayê yên Çandî” de ne û berî niha ev avahî ji ber ku menzereyeke nexweş dida sîlueta bajêr xelkê bertek nîşan dabû û xwestibû ku ev avahî bên xerakirin.

Welatiyek derbarê mijarê  îstîmlaqkirina avahiyên li “Kırklar Dağı”yê de serî li Navenda Pêwendiya Serokwezîrtiyê da û teleb kir ku di vî warî de jê re agahî bê dayîn. Di encama serîlêdana ku hat kirin de bi îmzeya Vedat Gurgenê Midûrê Giştî yê Xizmetên  Veguherînên Bajarî û Binesaziyê yê Wezareta Bajarvanî û Hawirdorê bersivek hat dayîn. Di bersive ku hat dayîn de hat destnîşankirin “Di warê îstîmlaqkirina avahiyên li Kırklar Dağıyê de tu xebatên wezareta me tuneye.”

Weke ku dê bê bîran berî niha ji ber bertekên ku hatibû nîşandan hatibû diyarkirin ew ê avahî bên xerakirin.

ÎLKHA




 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dîmena dronê ya valakirina ava Bendava Goksu ya Çinarê
Bendê Goksuyê Çınari de awe thale kenê
Deriyên Bendava Ilisuyê hatine vekirin
Em bacê didin, lê em xizmetê nagirin
Ewlekarîya keştîyên wijdanî berpirsiyariya hemû parlementoyan e