​Avrupa Yetim Eli li bakurê Kurdistanê xebatên xwe yên alîkarîyê didomîne

Sazîya Alîkarîyê ya NavneteweyîAvrupa Yetim Eli li navçeya Artukluya Mêrdînê ji kesên feqîr û malbatên êtîm re alîkarî kir.

Bi vê alîkarîya ku hat kirin kesên feqîr û êtîm kêfxweş bûn.

Alîkarê Serokê Giştî yê Komeleya Avrupa Yetim Eli Serdar Şîşman  derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re axivî.

Şîşman di daxuyanîya ku da de destnîşan kir, ew ê xebatên wan ên alîkarîyê di meha Remezanê de jî berdewam bikin û dû re wiha got: “Me wek Avrupa Yetim Eli ji wan malbatên ku berîya meha Remezanê hatin tespîtkirin re alîkarî kir. Xweda nesîb bike ew ê alîkarîyên me berdewam bikin. Me halê nebaş ên malbatan û perîşanîya wan dît. Xweda ji wan re bibe alîkar. Heta ji destên me hat em ji wan re bûn alîkar. Bi saxîya xêrxwazan heta ji destên me bê em ê di meha Remezanê de ji van malbatan re bibin alîkar. Ew ê xebatên me yên alîkarîyê li Bîngol, Xarpêt û bajarên din jî berdewam bikin.Em hewl didin di navbera kesên xêrxwaz û kesên feqîr de bibin pir û navbeynkar.”
























İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Riha de qezaya trafikî ya zincîre de 3 kesî birîndar bîyî
Şertên Desmêjê li gorî Mezhebê Şafiî
Di qrîza dil de deqîqeyên pêşî jiyanê difilitînin!
Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e