Awrupa Yetîm Elî berîya îdê ji êtîman re cil û bergan belav kir

Awrupa Yetîm Elî, li Rihayê berîya îdê di çarçoveya Projeya Diyarîya Cil û Bergên Îdê de bi dehan zarokan poşand.

Awrupa Yetîm Elîyê ku wek sazîya xêrê li navneteweyî fealîyetan dike, li Rihayê berîya Îda Qurbanê di çarçoveya projeya “Diyarîya Cil û Bergên Îdê” de bi alîkarîya xêrxwazan ji bi dehan zarokên êtîm re cil û berg û solan dan wan û wan kêfxweş kir.

Celalettîn Kiliçê Temsîlkarê Dildar yê Awrupa Yetîm Elî derheqê projeyê de axivî û îfade kir ku ew di çarçoveya projeya “Diyarîya Cil û Bergên Îdê” de berîya Îda Qurbanê bi tevî alîkarîya malbatên xêrxwaz yên Ewrupayê li Rihayê bi dehan zarokan poşandin.

Kiliçê ku zarokên êtîm bi destê xwe poşand, ji xêrxwazên ku di poşandina êtîman de alîkarîya wan çêbûye re sipasîyan kir.

Kiliç di dawîya axavtina xwe de bi minasebeta Îda Qurbanê yê ku nêz tê bang kir û weha got, “Em wek Awrupa Yetîm Elî îro bi minasebeta Îda Qurbanê bi dehan malbatan poşand. Me alîkarîya cil û solan kir. Xwedê Teala xêra xêrxwazan qebûl bike. Ji bona ku ev xebatan zêde bibin divê ku xêrxwaz jî ji me re alîkarîyê bikin. Ez ji Awrupa Yetîm Elî re ji ber ku ji Ewrupa heta Rihayê destê xwe yê xêrê dirêj kirine sipasîyan dikim.”

Piştî bernameyê, ji malbatên êtîm re kolîyên xwarinê jî hat belavkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Du gumanbarên têkiliya wan bi êrîşa li ser cihê kar a li Dîyarbekirê re hene hatin girtin
Li nêzîkî gundê Çinarê 2 otomobîl serî bi serî li hev ketin
Li navçeya Ulukışla ya Nîxdeyê, di qezaya trafîkê de welatiyê me yê ji Çinarê bi giranî birîndar bû
Li Behra Reş ÎHAyek ku ji bin kontrolê derketibû hat xistin
Li Erdexanê berfa ku dibare tesîra xwe didomîne