Ayşe Varol 15 salê emrê xwe yê dawîyê di rêyên girtîgehê de borand

Mela Ahmet Varolê ku lawê Ayşe Varol e destnîşan kir ku dêya wî 15 salên temena xwe di rêyên girtîgehan de borandîye.

Mela Ahmet Varolê ku lawê Ayşe Varola ku rojên borî çû rehma Xwedê di derheqê dêya xwe de destnîşan kir ji ber ku 4 lawên dêya wî ji ber jiyanên xwe îslamî li cihên cuda di gîrtîgehan de bûn   dêya wî 15 salê emrê  xwe di rêyên girtîgehan  de borandîye.

 Mela Ahmet Varol di derbarê dêya xwe de wiha destnîşankir: “Xwedê Teala rehma xwe li deya min û li temamê misilmanan bike. Heftîya borî roja înê dêya min çû rehma Xwedê . Bi rastî jî dêya me netenê dêya me bû , her wiha dêya temamê misilmanan bû. Her kî wê nasdikir jê re digot daye.Dêya min her tim bi derdên misilmanan re eleqedar dibû.”

Mela Ahmet axavtina xwe ya di derbarê dêya xwe de wiha domand: “Her weke ku tê zanîn di pêvajoya 2000an de gelek operasyon li kesên dîndar , misilman û li kesên ku di rêya îslamê de xizmetê dikirin hatin kirin. Di vê pêvajoyê de ez û sê birayên xwe jî hatin girtin. Ez û birayên xwe yên bi navê Mela Muhammed Saîd, Mela Muhammed Xelîl  di sala 2000an de birayê me Mela Muhammed Beşîr Varol jî di 2003an de hat girtin.”

Mela Ahmet Varol her wiha destnîşan kir ku piştî ew û birayên xwe hatin girtin re emr û temena dêya wî di çûyîn û hatina rêyên girtîgehê de derbas bû û ji ber vê yekê dêya wê di 15 salên dawîyê yên emrê xwe de gelekî tedayî û zehmetî kişandîye.(ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar