Aytaç Baran hat definkirin

Cinazeya Aytaç Baran ê ku di sûîqestê de hatibû qetilkirin ji teref hezaran hezkirîyên wî ve hat defin kirin.

Cinazeya Aytaç Baran ê ku Serokê Yenî Îhya-Dera ku li navçeya Amedê feelîyet dikir û endamê Platforma Evîndarên Pêxember bû ji teref hezaran hezkirîyên wî ve li goristana Yenîkoyê hat definkirin.

Aytaç Baran ê serokê Yenî Îhya Dera Diyarbekirê bû û  hêj biçûkayî ve xwe dabû xebatên îslamî, di camîyan de beşdarî xelekê Qur’anê bûbû.

Hat diyarkirin ku Aytaç Baran, ji ber alîkarîyên ku dikir ji teref dikandar û xelkê taxa Ben û Sen û Şehîtlîkê ve  gelek dihat hez kirin.

Naskirî û xizmên Şehîd Aytaç Baran diyarkirin ku tu kes jê zirar nedidît, yekî xêrxwaz bû  û kêfa gelekî ji alîkarîyê re dihat. Ji ber vê yekê  ji teref xelkê gelek dihat hezkirin. Kesên ku li taxê rûdiniştin  dema ku xebera şehîdîya wî bihîstin şaş man.

Aytaç Baran her wiha bi xwendina Qur’anê û bi lev kirina îlahîya “Onderê me Pêxember” di dile xelkê de bi cih bûbû.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar