Azerbaycan Zulmê Li Xelkê Xwe Dike

Li Azerbaycanê bi sersalê qanûna esasiya nû jî ket meriyetê. Li gor qanûna nû, cezayên protestoyên li ber hikûmetê, 100 qat zêdetir bûn.

Li Azerbaycanê bi sersalê qanûna esasiya nû jî ket meriyetê. Li gor qanûna nû, cezayên protestoyên li ber hikûmetê, 100 qat zêdetir bûn. Berî niha kesê têketa protestoyê, li wî 10 dolar ceza dibirîn, niha ceza tevlîbûna protestoyê derketiye 1000 dolarî. Kêsên protestoyê li dar dixin jî, cezaya 40 hezar dolarî didin.

Parêzerên heqên însana, îfade dikin ku ji xwe li welat îhlal belav bûne, hikûmet bi vê qanûna nû jî, azadiya îfadeyê kêmtir dike. Teşkîlata şopandina heqên însana jî beyan kir ku, protestoyên li welatê muslumana yên ku, li hember hikûmetan tên li dar xistin, hikûmeta Azerbaycanê xistiyê vê tevgerê.

Hikûmeta Azerbaycanê, ji 2006an vir ve nahêle ku, li tu bajarî protestoyên li ber hikûmetê bên rast kirin. Hemî civînên li merkezên bajaran, bi şîddetê hatine belav kirin. Serekcimhûr Îlham Aliyev, deh sal berê dewletê ji bavê xwe dewr girtibû, di meha Cotmehê de, hilbijartinên nû li pêşiya wî ne. Pispor didin zanîn ku Serekcimhûr Aliyev, ji bo zordana li ser muxalîfan van cezayan bikar tîne.

Wekî tê zanîn dewleta Azerbaycan, bi rejîma terorê siyonîst Îsraîl re zêde têkildar e, û li ber emr û tetbîqatên Îslamî ye. Hîcab û tesettur li seranserê welêt hatiye yesax kirin. Her wiha avakirina camiyan yesax e. Gelek camî jî bi behane û hincetan tên xerakirin.

Bangaheq

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar