Bagera Irmayê di seatekê de bi sûreta 295 kîlometre ber bi Amerîkayê ve diçe

Bagera Irmayê ya ku ji bagerên tundtirîn e ku di Okyanusa Atlasê de pêk hatiye gihaşt Karayîban û tê diyarkirin ew ê di dawiya heftiyê de jî bigihije Florîdayê.

Bagera Irmayê ya ku hatiye qeydkirin tundtirîn bager e ku di Okyanusa Atlasê de pêk hatiye  gihaşt Giravên  bi navê Barbuda û Antîguayê  Karayîban Babera Irmayê di qategoriya 5emîn de tê nîşandan ku ev derece heta îro tundtirîn derece ye.

Hat ragihandin Bagera Irmayê di dawiya heftiyê de dê bigihije Giravên Vîrgîn û Porto Rîkoyê û ew ê ji wir jî ber bi parêzgeha Florîdaya Amerîkayê ve biçe.

Navenda Bagera Neteweyî ya Amerîkayê derheqê bagera ku sûreta wê di nava seatekê de 295 kîlometre ye de destnîşan kir dibe bager bibe sedema “bobelateke potansiyel.”

ÎLKHA

 


 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dîmena dronê ya valakirina ava Bendava Goksu ya Çinarê
Bendê Goksuyê Çınari de awe thale kenê
Deriyên Bendava Ilisuyê hatine vekirin
Em bacê didin, lê em xizmetê nagirin
Ewlekarîya keştîyên wijdanî berpirsiyariya hemû parlementoyan e