Li gor rapora ku ji teref komîteya hefad û parastina erda Sîlwanê ve hatiye weşandin, 130 hezar welatiyên bajarê Qûdsê, li bajar bêmal in. Di raporê de hat îfade kirin ku rejîma siyonîst Îsraîl bi plan bajêr ji Filîstîniyan safî dike. Siyonîst şertên giran datîne ku Filîstînî nikaribin îzna înşaatan derxin.
Li gor raporê li Qûdsê 22 hezar û 500 malên Filîstîniyan, ji ber ku bê rûxsat in, wê bên xerakirin. Hat îfade kirin ku piştî îşgalkirina bajêr, erda bajarê Qûdsê ji sedî 58 ji teref malên Yahûdiyan ve hatiye îşgalkirin. Ên mayî jî ji sedî 28 sehayên ji bo hêşînatiyê ye. Filîstînî nikarin di wan de xaniyan ava bikin.
Komîteyê beyan kir ku sehayên hêşînatiyê, ji bo avakirina mal û mehelên Yahûdiya hatine plankirin. Sehayên ku Filîstînî karibin înşaata lê rakin, ji erda bajêr nagihêje ji sedî 10an.
Ji 1948an vir ve, 2019 malên Fîlîstîniyan ji teref siyonîstê îşgalker ve hatine xerakirin. www.bangaheq.net