Bakîr Îzzetbegovîç Rihayê ziyaret kir

Endamê Konseya Serokkomartiyê yê Bosna Hersekê Bakîr Îzzetbegovîçê ku hat Rihayêpêşî Şaredariya Mezin a Rihayê û dû re jî Gola bi Masî(Balıkgöl) ziyaret kir.

Di dema ziyareta ku li şaredariyê hat kirin de Bakîr Îzzetbegovîç ji teref  Serokê Şaredarya Bajêra Mezin ê Rihayê Nîhat Çîftçî û ji teref endamên meclîsa şaredariyê ve hat pêşîwazîkirin. Di dema ziyaretê de Bakîr Îzzetbegovîç û Nîhat Çîftçî hevdîtinek kirin Piştî hevdîtina ku hat kirin re Şaredara Çîftçî diyar kir ew ji ber ku ji Bakîr Îzzetbegovîçê Endamê Konseya Serokkomartiyê yê Bosna Hersekê re mazûvantiyê kiriye li ser navê xelkê Rihayê gelek bextewar û şad e.

Îzzetbegovîçê Endamê Konseya Serokkomartiyê yê Bosna Hersekê jî ji ber ziyareta ku wî li Rihayê kiriye derbarê mijarê de nirxandinan  kir. Îzzetbegovîç diyar kir ew wan alîkariyên ku ji teref Tirkiyê ve bo penaberên Sûrî hatine kirin gelekî baş dizane û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Îro ji ber ku ez li vê dera pîroz û bi nav û deng im, ez gelekî bextewar im.  Em Misliman bes baweriya xwe bi Xwedê tînin. Me li Bosna Hersekê ala Îslamê bilind kir. Hemd ji Xwedê re çawa ku we Riha parastibe me jî bi heman awayî welatê xwe parast.”

Îzzetbegovîç di berdewewama axavtina xwe de diyar kir Rihayî bi şikleke baş û xweşik li penabera û muhaciran dinêrin.

ÎLKHA

















İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dîmena dronê ya valakirina ava Bendava Goksu ya Çinarê
Bendê Goksuyê Çınari de awe thale kenê
Deriyên Bendava Ilisuyê hatine vekirin
Em bacê didin, lê em xizmetê nagirin
Ewlekarîya keştîyên wijdanî berpirsiyariya hemû parlementoyan e