Bakurê Kurdistanê Di Bin Berfê De Ye

Ji Ber Barîna Berfê Mekteb Tatîl Bûn, Rê Hatin Girtin

Li hêla bakur, barîna berfê dewam dike. Gelek bajar û gund di bin tesîra berf û pêzûnê dene. Riya zêdetirî 200 gund û mezrayê, ji çûnûhatinê re hatin girtin. Li Elezîz û Erdîşê ji bo rojekê, li Çolig jî ji bo 3 rojan mekteb tatîl bûn.

Ji ber qeşa riyan, ekîbên trafîkê di riya Erzerom û Kars û Agirî de, destûr nedan wesaîtên giran ku bê zencîr derkevin rê.

Li Diyarbekir û ‘Entabê jî, do bişev barîna berfê dest pê kir û xisûsen li deverên bilind, şerpezehî qewimîn. Hinek wesaît di rê de man. Gelek wesaît firsend nedîtin ku tekerên xwe zencîr bikin. Ji lew li hêviya vekirina rê man.

Li Qersê mislix û saetên wan cemidîn, wesaît ne şuğulîn. Ji ber mij û pêzûnê, firogeha Wanê girtî ma. Bişev derenca germahiyê jî dikeve bin sifrê. Tê texmînkirin ku wê serma û seqem, heta çend rojan dewam bike.

Bangaheq

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin