Balafireke taybet yê ku serokê Wagnerê Prîgojîn jî tê de bû li nêzê Moskovayê ket xwarê

Li nêzê Moskovaya paytexta Rûsyayê, balafireke taybet yê ku di nav lîsteya rêwîyan de serokê Wagnerê Prîgojîn heye ket xwarê. 10 kesên ku di nav balafirê de bûn temamê wan mirin.

Ajansa Nûçeyan a Rûsyayê TASS, diyar kir ku serokê Wagnerê Prîgojîn jî di nav lîsteyê de ye.

Sazîya Wagnerê ya ku şîrketa ewlehîya taybet e Yevgenîy Prîgojîn, Artêşa Rûsyayê bi êrîşkirina ji Wagnerê re sûcdar kiribû û tehdîdekî ku ew ê bersivê bidin kiribû, şoreşgerên Wagnerê Ukraynayê terk kiribûn û ketibûn nav herêma Rostovê.

Li ser vê rewşê Serwîsa Ewlehî ya Federalê (FSB), bi sûcdarkirina “îsyana bi çekdar” doza cezayê vekiribû.

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn, îsyana Wagnerê bi “îxaneta ji welatê re” nirxandibû.

Prîgojîn daxuyandibû ku ew ê biçin Moskovayê, rêveberîya Kremlînê jî li giştîyê welat tedbîrên ewlehîyê zêde kiribû.

Prîgojîn, di 24ê Hezîranê de pêşniyarîya kêmkirina gengeşîya li Rûsyayê ya Serokkomarê Belarûsê Aleksandr Lukaşenko hatibû qebûlkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dirêjbûna perwerdehîya bi zorê pirsgirêkên cuda derdixe holê
6 mirî, 509 birîndar
Tirkîye seferên balafiran ji bo Kerkûkê da rawestandin
Li Kurdistana Başûr asta ava bendavan zêde bûye
Li Meletîyê 3 wesayît tevlî qezayê bûn: 6 birîndar