Hat ragihandin ku di operasyona Misûlê de artêşa Iraqê navber da pêşveçûniya xwe û balafirên ku hat diyarkirin aydê hêzên koalîsyonê ne li leşkerên Iraqê xistiye.
Serpelê Fermandarê Operasyonên Nînovayê Faysal Yasîn diyar kir ku 3 gundên li bakûra Misûlê xistina bin zepta xwe. Her wiha Yasîn diyar kir ku balafirên aydê hêzên koalîsyonê bi şaşitî li leşkerên Iraqê xistiye. Di encama vê lêxistinê de 4 leşker jiyana xwe ji dest dane û 9 leşker jî birîndar bûne.
Hat ragihandin ku ev lêxistin ji teref balafirên aydê hêzên koalîsyonê ya di pêşevantiya DYEyê de ye 12 km ji Misûlê dûr di bajaroka Tel Keyfê de hatiye lidarxistin.
ÎLKHA