Balafirên Tirkiyê kasibkar bombebaran kirin: 1 mirî û 2 birîndar

Balafirên şer ên artêşa Tirkiyê li ser sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê li nêzî gundê Soregulê komek “kasibkarên” ku debara xwe li ser sînoran dikirin bombebaran kirin.

 Balafirên şer ên artêşa Tirkiyê li ser sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê li nêzî gundê Soregulê komek “kasibkarên” ku debara xwe li ser sînoran dikirin bombebaran kirin. Qeymiqamê Pişderê di vê derbarê de ji Rûdawê re got: “Welatiyek şehîd bûye û 2 welatî jî birîndar bûne.”

Duh saat 00.00an balafirên şer ên artêşa Tirkiyê bi bihaneya hebûna baregehên gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), komek kasibkar ku debara xwe li ser sînor dikirin, bombebaran kirin.

Qeymiqamê Pişder Hesen Ebdullah derbarê bombebaranê de ji Rûdawê re axivî û got: “Şevê din piştî saet 00.00an balafirên şer ên Tirkiyê gundê Suregulê yê qontara çiyayê Qendîlê bombebaran kir. Di encamê de welatiyek şehîd bû û 2 welatî jî birîndar bûne.”

Hesen Ebdullah diyar kir ku di encama bombebaranê de tir û dûdilî ligel welatiyên herêmê dirûst bûye.

Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) jî diyar kir ku bombebaran heta saet 00.45’an berdewam kiriye. Di encama bombebaranê de kesên bi navê Mam Elî (45) yê ji gundê Bodolê yê Pîranşara Rojhilatê Kurdistanê ku bavê 3 zarokan e û Şepûl Loqman (19) yê ji gundê Zêvê yê Mehabadê ye jiyana xwe ji dest dan. Herwiha Ebûbekir Çeko (23) yê ji gundê Çeko yê Serdeştê û kesê bi navê Rêbaz ê ku paşnavê wî nehat zanîn ji Başûrê Kurdistanê ye bi giranî birîndar bûne. Hate ragihandin ku lingê kesê bi navê Rêbaz jê ve bûye.

Hat diyarkirin ku di encama bombebaranê de gelek sewalên wan telef bûne û agir bi zevî û baxçeyên derdorê ketine. Cenazeyên kesên jiyana xwe ji dest dane dê bînin navçeya Qeladizê.

5’ê îlonê roja çarşemê saet nêzî 23.00’an de li hemberî Qendîlê êrîş pêk hat û di êrîşê de li gundê Duwele du gundiyên ku navê wan nehat hînbûn birîndar bûn. Hate hînbûn ku yek ji van jin bû.

24’ê tebaxê jî balafirên şer gundê Silê û Suredê yê Qendîlê bombebaran kiribûn û du gundî birîndar bibûn. Herwiha cewlîgek mirişkan jî wêran bibû. 7 hezar mirişk û gelek pez telef bibûn.

7’ê tebaxa 2011’an li gundê Kortek yê Qendîlê êrîş pêk hatibû ji malbatekî 4 jê zarok, 7 kes hatibûn qetilkirin.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbakır de domano 3 serre yo ke vindi bibi, tarlayê de ame vênayene
Tiliya zarokekî qut bû
Li Dîyarbekirê zarokek 3 salî winda bû
3 kes mir, 5 kes jî birîndar bûn
Rêya Dêrsim-Pulurê ew ê ji bo 2-3 rojan ji trafîkê re girtî be