Balyozxaneya Amerîka: Me ji hikûmetê temînat wergirt

Balyozxaneya Amerîka bi daxuyaniya ku belav kir destnîşan kir di warê binçavî û girtinan de ew ji hikûmetê temînat wergirtine.

Balyozxaneya Amerîka di daxuyaniya ku derheqê geşedaniyên piştî qeyrana vîzeyê derketine holê de daxuyanî da destnîşan kir  ew ji hikûmetê temînat wergirtine dema ku xebatkarên wan wezîfeya xwe ya fermî bi cî anîn dê neyên binçavkirin û girtin.

Di daxuyaniya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de wisa hat gotin: “ Me ji hikûmeta Tirk temînat wergirt ku derheqê xebatkarên me yên li Tirkiyê de tu lêpirsîn tuneye. Her wisa me ji hikûmetê temînat wergirt, dema ku xebatkarên wan wezîfeya xwe ya fermî bi cî anîn dê neyên binçavkirin û girtin. Hikûmeta Tirkiye soz daye ku berî ku xebatkarekî/ê me binçav bike yan jî bigre xeberê bide hikûmeta Amerîka.”

ÎLKHA

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Nisêbînê şerê bi çek: 2 birîndar
6 bajaran de verveleka vevri: 89 rayi qapan biy
Di Remezanê de tercîha bi hişmendî û sifreya hevseng şertek e
Karwanê Hêvîyê li Edeneyê tira alîkariyê şand Rojava
127 kesên dihatin lêgerîn hatin girtin