Ban Kî-Moon: Pêwîst e karnameya kabîneya nû di dema xwe de bê bicîhanîn

Ban Kî-Moon: Pêwîst e karnameya kabîneya nû di dema xwe de bê bicîhanîn

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Kî-Moon pêşwazî li avakirina hikûmeta nû ya Iraqê bi serokatiya Heyder Ebadî kir û hêvî xwest ku karnameya kabîneya nû ya ku parlamentoyê dengê baweriyê dayê, di dema xwe de bê bicîhanîn.

Di daxuyaniyekê de Ban Kî-Moon bi boneya pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê pîrozbahî li Serokwezîrê nû Heyder Ebadî kir û ew yek bi pêngaveke girîng bo dabînkirina aramî û tenahiyê li tevahiya welêt da zanîn

Ban Kî-Moon bang li serkirdeyên Iraqê kir ku di piroseya siyasî de berdewam hevkar bin û li ser kursiyên kabîneyê yên ku vala mane, zû li hev bikin.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî hêvî xwest ku karnameya kabîneya nû ya ku parlamentoyê dengê baweriyê dayê, di dema xwe de bê bicîhanîn û wiha got: “Pêwîst e hemû pêdivî û daxwazên tevahiya pêkhateyên Iraqê li ber çav bên girtin.”

Duh (8ê Îlonê) aliyên siyasî yên Kurdistanê û şanda kurd ku bo danûstandinan li Bexdayê bû, tevî şanda Amerîkayê û ya Neteweyên Yekbûyî li Silêmaniyê hatin ba hev.

Serokwezîrê nû yê Iraqê Heyder Ebadî piştî ku dengê baweriyê ji parlamentoyê stand, ragihand ku dê di demekê kurt de kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê çareser bikin.

Heyder Ebadî ragihand ku ewê di warê îdarî de “şoreşê” bikin.

Rûdaw

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar