Banga Rêberê Hîzbûllah Ji Cema’etên Îslamî Re

“Xwe ji fitneke wisa biparêzin ku ji we ne bes dighêje yên zalim tenê û agahdar bin; bêguman ‘Allah Te’ala xwedî ‘ezabekî dijwar e.” (Enfal 25)

“Xwe ji fitneke wisa biparêzin ku ji we ne bes dighêje yên zalim tenê û agahdar bin; bêguman ‘Allah Te’ala xwedî ‘ezabekî dijwar e.” (Enfal 25)

Em ummeta Îslamê ji demeke dirêj ve ye dewreke xirab a dîrokê de em jiyîyan. Li ser navê xilasbûna ji vê, bi awayê ferdî û cema’etî xizmet hatine kirin, tevgerên serhildanê hatine destpêkirin, elemên mezin hatine derbaskirin û di miqabilê vê de gelek musulman hatine qetlî’am kirin. Bi awayê divê nebûbe jî di encama van ğeyret, xebat û derketina; îro Elhemdûlîllah pêşveçûnên xweş jî çêdibin. Encex kîngê di ufuqê musulmanan de tîrêjeke xilasiyê xwiya bike, şeytan û hevalên wî, ji bo vê nûrê bitefînin hişk bi ‘unsûrên ku dibin sebebê fîtneyê digrin û tevî hêviyên ummetê dixwazin vala derxînin.

Aliyên Şer Dixwazin Agirê Fîtnê Geş Bikin

Îro ummeta Îslam, serkeftineke ku du ‘esra dawî de bi dest nexistiye zeft kiriye û bi lutfû û alîkariya Allah Te’ala desîse û planên kufrê û tuğyanê vala derxistiye. Li herêmên girîng yên erdnîgariya Îslam hesabên îstîkbara dinyayê xira kiriye, sîstemên zulm û zaliman anine xwarê. Hinek rûyê ummeta Îslamê bi van pêşveçûnên dawî destpê kiribû hindik mabû ku bikene, şeytan û hevalên wî, ji bo hêvî û kêfxweşiyên musulmana di qirika wan de bihêlin û dîsa wan mehkûmê bêhêvîtiyê bikin weke dem dem dikirin û li gelek ciyan muweffeq dibûn agirê fîtnê geş dikin.

Bêguman ji van fîtneyan yên herî bi tesîr û kujer Nijadperestî, Herêmperestiya ku sînorên nijadî muqeddes dibîne, mezhebperestî û tekfîrcîtî ne.

Di bingeha pirsgirêkên ku erdnîgarî û ummeta Îslam hemberî hev e ev ‘unsur hene. Van ‘unsûran; li hinek deveran nijadperestî, li hinek deveran mezhebçîtî, li hinek deveran tekfîrcîtî, li hinek deveran van herdûyan, li hinek deveran jî bi awayê vana tev xwe nîşandide.

Vêga ger Qudus, Afğanîstan û Çeçenîstan dibin îşğalê de be, li Somalî, ‘Iraq, Pakîstan ger musulman xwîna hev dirjînin, li Sûrîye ger rojê bi dehan, carna bi sedan musulman têne qetil kirin, li Behreyn, Patanî, Moro ji tiştên ku têne serê musulmanan musulmanên dinyê bê agahî û ne’eleqedarbin, ger li Guantanamoyê biş salan bê pirs û sûal musulman di zîndana têne girtin, di erdnîgariya me de ger Kurdên musulman nêzî sed sale me’rûzê înkar û asîmîlasyonê mabin û ji î’lana Cimhûriyeta Kemalîsta Laîk vir ve xwîna bi sed hezaran însanî hatibe rijandin û ger hê jî tê rijandin vana tev, encamên çar ‘unsûrên fîtnê ku me li jor jimartin e.

Cema’et û Hereketên Îslamê Divê Xwedî Hessasiyet Bin

Ji bo ji van rewşan tev bi dawî bibin; divê avahî, hereket û ceme’etên ku Quran û Sunnetê ji xwe re mîzên û referans girtine, hessasiyeta ku ji wan tê hêvî kirin nişan bidin û hilkişin, zorê bidin mercên hene û bighên hev, ji bo ummetê ji vê rewşê xilaskin bikevin lêgerîna, bername û xebatan derxînin rastê.

Tevî li gelek deverê erdnîgariya Îslam îşğal berdewamin û musulman xwîna hev û dî dirjînin, Sûrîya ku rojê bi dehan, hetta carna bi sedan musulman têne qetil kirin, di vê wateyê de ketiye pêşiya van teva û bûye pêştirînê pirsgirêka û divê bi zûkahî li serê bê sekinandin.

Dewletên Rojavayî Ji Bo Erdnîgariya İslam Çareseriya Çênakin

Welatên ku îdare û rêveberiya xwe li ser ‘insûrên nijadperestî, herêmcîti, mezhebcîtî û tekfîrcîtiyê ava kirine nikarin gelê musulmanên Sûrîye ji vê rewşê xilaskin. îdarevanên ku tevî amanca wan parastina seltenetên wan e, ‘Emerîka, Milletên Yekbûyî, Nato û saziyên navdewletî yên ku di paralel û qontrola wan de hereket dikin Sûriye nikarin ji vê rewşê xilas bikin. Heger ev kar ji wan re bê hiştin, dê rijandina xwîna musulmanan wek çeman bidome.

Heya îro gelek hereket, ceme’et û avahiyan di vê mijarê de beyanên ku rewş û nêrîna wan eşkere dike dan. Bê nêrîna li rast bûn û ğeletbûna van beyanatan em dikarin vê yekê bêjin, tiştên ku heya îro hatine kirin û gavên hatine avêtin ne bes in û li rastê ye ku encameke ji derdê gelê musulmanên Sûrîye re bibe derman nehatiye bi destxistin.

Ji Fas, Tûnûs, Cezayîr, Misir û Malezya heya bi Endonezya yê, Ji Tirkiye, ‘Iraq, Îran, heya Pakîstanê çiqas hereket, ceme’et û saziyên ku Îslam û Quranê ji xwe re referans girtine û vê yekê î’lan kirine hebin, di pêşîvaniya Hemas û Hîzbûllahê Lubnanê de li ciyekî divê bighên hev û li ser hadîseyên Sûrîye diqewimin di nuqteyeke şirîk de bicivin, qerarekî hevkar bistînin û vê qerara hevkar û şirîk bi wasîteya heyeteke ku wezîfedar kirine bigêjînin herdû aliyan. Û em dixwazin teşebbusa xilaskirina gelê Musulmanên Sûrîye bikin û vê teleb û xwesteka xwe em ji virê î’lan dikin.

Di Xisûsa Çareseriyê De Em Amadene Ku Destekê Bidin

Heger şert û mercên em tê de ne musa’îd bûna, me gelek dixwest ku di coğrafya xwe de mazûbantiya civîneke bi vî rengî bikirana. Tevî ku em di bin şert û mercên zor de ne, ji bo teşebbuseke bi vî rengî heya dawî emê bibin destegîr.

Ji Rebbê me hêviya me ew e ku; Musulmanan, di xêzika Quran û Sunnetê de, bi alîkariya di kirinên bi xêr de, bi hêz kirina yekîtiya xwe bibin wesîla xilasî û ‘îzzeta ummetê.

Emanetê Allah Te’ala bin, Allah yar û alîkarê we be. Me ji du’ayên xwe bê par nehêlin.

Birayê We Edîb Gumuş

bangaheq.net

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbakır de domano 3 serre yo ke vindi bibi, tarlayê de ame vênayene
Tiliya zarokekî qut bû
Li Dîyarbekirê zarokek 3 salî winda bû
3 kes mir, 5 kes jî birîndar bûn
Rêya Dêrsim-Pulurê ew ê ji bo 2-3 rojan ji trafîkê re girtî be