Di rapora ku bi raya giştî re hat parvekirin de hat diyarkirin di sala 2016an de ji nêzî hezar malbatî re di bihaya 43 hezar û 958 tl alîkarî hat kirin.
Serokê Banqaya Erzaqê ya Rehmetê Mehmet Şîrîn Oz daxuyaniyek da. Oz di daxuyaniya ku da de destnîşan kir di sala 2016an de ji nêzî hezar malbatê Nisêbînî û Sûriyeyî re di bihaya 43 hezar û 958 tl alîkarî hat kirin.
Oz di berdewema axavtina xwe de destnîşan kir komaleya wan ji roja ku hatiye damizrandin vir ve bi alîkariyên ku xêrxwaz dikin bûye hêvî û ûmudê nîştecihên navçê.
Oz dû re di derheqê xebatên komelê de wiha axivî: “ Bi izna Xweda heta ji destên me bê em van alîkariyên xwe bidomînin. Di sala 2016an de me ji malbatên muxtac ên ku qeyda wan li ba me heye re alîkarî kir. Nexasim me ji Nisêbîniyên ku ji ber siyaseta çalan mecbûr mane malên xwe biterikînin û ji Sûriyeyiyên ku ji ber şer koç kirine re alîkarî kir. Me di sala 2016an de tev de ji 905 malbatê Nisêbînî û Sûriyeyî re di bihaya 43 hezar û 958 tl alîkariyên cûrbecûr kir.”
Oz di dawiya axavtina xwe de ji kesên ku kêda wan di alîkariyê de heye re teşekur kir û wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Ji bo alîkariyên me bigihjin zêdetir malbatî em li benda destek û alîkariya temamê xêrxwazan in.”(ÎLKHA)