Muhemmed Baradeyê ku ji aliyê Nobelê ve hatiye bixelatkirin, di 3ê Temûzê de destek dabû derbeya eskerî û bi qirara cûntayê bûbû alîkarê serekcimhûrê ğeyrî meşrû. Çendakî berê jî pey qetlîamên cûntayê, îstîfa kiribû û reviyabû Viyennayê. Ji lew ji aliyê hikûmeta ğeyrî meşrû ve xaînê welêt hatibû îlankirin.
Niha Baradey li xwe mikur hat, da zanîn ku xeta kiriye. Beyan kir ku ewilî hîla li Misrê nedîtiye, pey ku rastiya derbeyê dîtiye, îstîfa kiriye.
Muhemmed Baradey tevlî civîneke wezîrên karên derve yên yekîtiya Ewrûpayê bû. Di civînê de wiha got: “Tiştê li Misrê hat qewimandin derbe ye. Ewilî min hîla li Misrê nedît, pey ku min rastiyê fêm kir, min îstîfa kir. Li Misrê hê îdara Husnu Mibarek didome.”
(Bngaheq)