Li Dîyarbekirê ji ber barana zêde li hinek kolan û caddeyan lehî çêbû.
Digel hişyariyên ji servîsa meteorolojiyê, piştî baranê li ser rêyan kombûna avê ji bo şofêran bû sedema zehmetiyan.
Barana ku ji sibehê ve dest pê kir, tevahiya rojê berdewam kir, carinan şîddeta wê zêde bû.
Piştî barana zêde, li ser hinek kolan û rêyên bajêr gol çêbûn.
Kombûna avê li ser rêyan, bi taybetî ji ber lûleyên kanalîzasyonê û baranê yên girtî, hinek rê veguherandin golên avê. (ÎLKHA)