Berf li Wanê ji perwerdehîyê re bû asteng
Li navçeyên Mehmûdî, Ebex û Bêgir ên Wanê ji ber şert û mercên hewaya xerab ji perwerdehîyê re ji bo rojekî navber hat dayîn.
Di daxuyanîya ku ji alîyê Qeymeqamtîya Ebexê ve hat belavkirin de hat îfadekirin ku li gorî Nirxandina Meteorolojîyê ji ber qeşa û barîna berfa zêde di 23yê Mijdarê de ji perwerdehîyê re navber hat dayîn.
Qeymeqamtîya Bêgirê jî daxuyand ku li qezayê ji ber berfê ji bo rojekî ji perwerdehîyê re navber hat dayîn.
Ji teref Qeymeqamtîya Mehmûdî ve heman daxuyanîyek hat belavkirin û li qezayê ji bo 23yê Mijdarê ji perwerdehîyê re navber hat dayîn. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.