Barzanî: Dewleta kurdî di rê de ye

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, ji televîzyona Sky Newsê ya erebî re li ser pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê axivî.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, ragihand, pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê ber bi konfederalîzmê ve diçe û “dewleta kurdî” di rê de ye.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, ji televîzyona Sky Newsê ya erebî re li ser pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê axivî.

Barzanî, diyar kir ku Herêma Kurdistanê bi Iraqê re ber bi konfederalîzmê ve diçe û dewleta kurdî ya serbixwe di rê de ye.

Ev daxuyaniyên Barzanî piştî wê tên dayîn ku nakokî û aloziya navbera Hewlêr û Bexdayê ji ber mijarên bûdce, hinartina petrola Herêma Kurdistanê û hinek arîşeyên din her ku diçe kûrtir dibe.

Beriya niha jî Barzanî li ser birrîna mûçeyên karmendên Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve gotibû, eger rayedarên Bexdayê li ser helwesta xwe ya li dijî Kurdistanê rijd bin wê demê bila bên em ji hev xilas bibin û vê pêwendiya xwe ya kêşedar biqedînin.

 

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar