Barzanî: Dirêjkirina ji nû ve ya wezîfeya min a serokatiyê red dikim

Serokê Birêveberiya Herema Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî di nameya ku ji Parlamentoya Kurdistanê re şand de destnîşan kir “Cardin dirêjkirina wezîfeya min a serokatiyê ez red dikim”

Mesûd Barzanî bi nameya ku ji Parlamentoya Kurdistanê re şand teleb kir ku rayeyên wî ji Serokatiya Parlementoyê û Konseya Bilind a Adaletê û Hikûmetê re bên dewirkirin.

Di nameya ku ji teref Serokê Birêveberiya Herema Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî ve ji Parlementoya Kurdistanê re hat şandin de wisa hat gotin: “ Piştî wan hilbijartinên Serokatiya Kurdistanê ya ku diviyabû di 24ê Cotmehê de bên kirin û ji ber ku tu kes nebû namzed hatin taloqkirin re, cardin dirêjkirina wezîfeya min a serokatiyê ez red dikim. Ez dirêjkirina wezîfeya min Serokatiya Kurdistanê ya ku dê di yekê Mijdarê de bi dawî bibe qebûl nakim. Ez teleb dikim ku di demeke nêz de parlemento bicive û rayeyên Serokatiya Kurdistanê bên dewirstandin. Ez jî wek pêşmergeyekî di nav gelê me de digel wan pêşmergeyên din ên ezîz bo mafên gelê me yên sirûştî têbikoşim û ez ê bidestxistiyên gelkê me mihafeze bikim.”(ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Nisêbînê şerê bi çek: 2 birîndar
6 bajaran de verveleka vevri: 89 rayi qapan biy
Di Remezanê de tercîha bi hişmendî û sifreya hevseng şertek e
Karwanê Hêvîyê li Edeneyê tira alîkariyê şand Rojava
127 kesên dihatin lêgerîn hatin girtin