Barzanî: Em ji ber şertên cografî nikarin hêz bişînin Kobanî

Barzanî: Em ji ber şertên cografî nikarin hêz bişînin Kobanî

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevdîtina digel Wezîra Parastinê ya Almanyayê Ursula von de Leyen ragihand, wan dixwest hêzên Pêşmerge bişînin Kobanî lê ji ber mercên cografî ev derfet çênebû.
 

Wezîra Parastinê ya Almanyayê Ursula von de Leyen, îro li Hewlêrê bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re hevdîtin kir.
 

Piştî hevdîtinê Barzanî û Leyen civîneke rojnamevaniyê li dar xistin û bersiva pirsên rojnamevanan dan.
 

Barzanî spasiya hikûmeta Almanyayê kir ku çek û alîkariyên leşkerî ji hêzên Pêşmerge re şandiye û got, lê em dizanin ku ji Almanyayê re hêsan nebûye alîkariya Pêşmerge bike.
 

Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir ku ew hêvîdar in di demek kurt de derbên giran li terorîstên DAIŞê bikeve.
 

Barzanî di bersiva pirsa Rûdawê de li ser Kobanî û îhtimala şandina hêzên Pêşmerge bo wê derê jî got, me pir dixwest em Pêşmergeyan bişînin Kobanî lê şert û mercên cografî yên Rojavayê Kurdistanê rê nade vê yekê.
 

Mesûd Barzanî diyar kir ku wan ji Amerîka û welatên navdewletî xwestine nehêlin DAIŞ Kobanî bigire û wiha axivî:


“Xoşbextane Kobanî neket destê DAIŞê û nakeve jî înşala. Eger hêzên navdewletî li ser banga me li çekdaêrên DAIŞê yên li Kobanî dane em spasiya wan dikin eger li ser banga me jî lêdebabin em dîsa spasiya wan dikin.”

Rûdaw

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar