Serekwezîrê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji qezeta TİMEê re peyivî. Barzanî di hevpeyvîna xwe de, li ser têkiliyên wan yên bi Tirkiye re û qirîza bi Beğdayê re sekinî. Nêçirvan Barzanî da zanîn ku li herêma wan, gelek şîrket petrolê derdixin û bi wan şîrketan re peymanên muhîm îmze kirine û heta niha mewdûata wan gihaye 15 milyar dolarî.
Barzanî îfade kir ku, Tirkiye li ber Kurdistana serbixwe mani’ê herî mezin e, lê belê ji bo ku petrola herêmê bighê gelek deverên dinyê, Tirkiye tek deriyê hêviyê ye. Ji ber vê yekê jî, têkiliyên wan û Tirkiyê li ser menfîet û berjewendiyên hev û din in. Barzanî wiha got “Em xwedyê wî tiştîne ku hewca Tirkiyê pê heye, Lê belê tiştên ku em jî ne xwedîne hene.”
Barzanî li ser qirîza bi îdara Beğdayê re jî got ku, qirîz ji teref Malikî ve hatiye gûr kirin û domandin. Her wiha Barzanî, ji hemî rewş û hadîseyan Emrîka mesûl girt û weha diyar kir “Emrîka hat vî welatî, perekî pir zêde serifand. Gelek can hatin feda kirin. Lê belê paşî mifte teslîmî hinek kesên din kir. Ji bo li hevkirinê divê her dû alî jî tawîzan bidin. Em dixwazin pirsgirêk, di çarçova qanûna esasî de bê hel kirin. Lê ger neyê çareserkirin, wê tercîhên din werin rojevê.”
Li ser pirsa ku, hêviya wanî Kurdistana serbixwe heye yan tune jî, Barzanî wiha got “Berî her tiştî divê em Enqerê îkna bikin. Bê îqnakirina wan em nikarin vî tiştî pêk bînin.”
Bangaheq