Barzanî: Gelê Kurdistanê pir baş mafên xwe nas dike û qet dest jê bernade

Serokê Partîya Demokrat ê Kurdistanê Mesûd Barzanî bi boneya bîranîna 51 salvegera rêkeftina 11ê Aadara 1970an daxuyaniyek belav kir.

Barzanî di daxuyanîya ku da de destnîşan kir “Bi rêya çek, zebir û zengê nikarin îradeya gelê Kurdistanê bişkînin.”

“Iraqê bi rêya çek û zebir û zengê ve nikarin îradeya gelê Kurdistanê bişkînin”

Barzanî di berdewama daxuyanî de  destnîşan kir: “Bi bilindî ve bîranîna 51 saliya rêkeftina Adara 1970 dikin ku berhema xebat û têkoşîna gelê me ya şoreşa mezin a Eylûlê bû.” Û dû re wiha pêde çû: “Girîngiya rêkeftina 11ê Adarê di wê yekê da bû ku yekem car bû Hikûmeta Iraqê bi awayeke fermî beşek ji mafên rewayên gelê Kurdistanê pejirand û ew jî hate selmandin desthilatdarên Iraqê bi rêya çek û zebir û zengê ve nikarin îradeya gelê Kurdistanê bişkînin.Berxwedan û qurbanîdana Pêşmerge û yekrêziya şoreşger û niştimanperweran bi serkirdayetiya Barzanî bû ku Hikûmeta wê demê ya Iraqê neçar kir bê ser mêza danustandinê û maf û destkefteke dîrokî ji bo gelê me bê tomarkirin.Tevî ku rêkeftina 11ê Adarê di dawiyê de ji aliyê rejîmê ve hate binpêkirin lê belê ew destkeft derbasgehek bû ji bo qonax û hengavên mezintir ên xebata gelê me û pêkanîna destkeft û serkeftinên zêdetir.Di vê bîranîna pîroz de di demekê de ku tekez li ser peyama aştîxwazî û pêkvejiyan û diyaloga gelê Kurdistanê dikin, bi bîra hemû aliyek jî tînîn, înkarkirina mafên gelê Kurdistanê û binpêkirina rêkeftin û bingehên destûrî û yasayiyên di derbarê mafên gelê Kurdistanê bi tu awayekê îradeya gelê me ya ji bo wergirtina mafên wê yên rewa naşkîne. Gelê Kurdistanê ezmûneke dûr û dirêj ya xebat û hişyarî û kolnedanê heye û gelek bi başî mafên xwe nas dike û qet dest jê bernade.”

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Meteoroloji ra xebara barano şidetın u fırtınay
Çima piştî paşîv û fitarê lênêrîna diranan girîng e?
Li navçeya Kanîreşê ya Çewlîgê, ji ber berfa zêde perwerde hat sekinandin
Li Pasûrê ekîbeke ji 165 kesan pêk tê li pey kalekî windabûyî digere
Li Çinarê di qezayeke trafîkê de 3 kes birîndar bûn