Barzani: “Hinek Kes Dixwazin Nimayîşan Sabote Bikin”

Li Iraqê ji 23ê Kanûnê vir ve, li hember hikûmetê nimayîş û protesto tên kirin.

Li Iraqê ji 23ê Kanûnê vir ve, li hember hikûmetê nimayîş û protesto tên kirin. Serekê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, der heqê protestoyan de beyan kir ku hinek kes dixwazin protestoyan sabote bikin. Ji ber vê yekê jî îqaz kir.

Mesûd Barzanî dest nîşan kir ku, ji ber xizmetên ji bo welatiyan tên îhmalkirin, qanûna esasî û peyman nayên tetbîqkirin, ji demeke dirêj ve Iraq di qirîzê de ye. Hemî grûb, tevger, partî û rêxistinên Iraqê, ji vê rewşê nerazîne.

Barzanî beyan kir ku, ji bo çareseriya qirêzê divê hikûmeta Malîkî maqûl hereket bike. Çareserî vegera bal qanûna esasî ve ye. Mesûd Barzanî wiha got “Ji bo serkeftina li ber qirêzî, divê pêvajoya siyasî di qonaxên rast de bimeşe, guhdengî qanûna esasî bê kirin û terza diyalogê bê qebûlkirin.”

Wekî tê zanîn li gelek bajar û eyaletên Iraqê, ji 23ê Kanûnê vir ve, di aleyhê hikûmetê de protesto tên li dar xistin. Protestovan dixwazin ku, girtî bên berdan û qanûna der barê mucadela li ber terorê de bê îbtal kirin.

Bangaheq

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar